Borrell: Ez ê pêşniyara sepandina cezayan bi ser Rûsyayê de, bînim ber welatên Ewropayê
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand; pêşniyara sepandina cezayan bi ser Rûsyayê de, tîne Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand; pêşniyara sepandina cezayan bi ser Rûsyayê de, tîne Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê.
Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, piştî vegera ji Moskowê diyar kir: “Biryara dawî li cem welatên endam e, ku pêgava me ya bê, li hember Rûsyayê, dê çi bibe.”
Borrell destnîşan kir: “Ez ê pêşniyara sepandina cezayan bi ser Rûsyayê de bînim ber welatan û li ser biryara her 27 endaman raweste, ku dê çawa bersiva binpêkirinên Rûsyayê bidin.”
Ji ber desteserkirina serkirdeyê opozîsyona Rûsyayê Aleksey Navalny û bi deh hezaran kesên alîgirên wî, nakokî ketiye navbera Rûsya û Ewropayê.
Derxistina dîplomatkarên Almanya, Polanda û Swêdê ji Moskowê, nakokiyên navbera wan kûrtir kiriye û wan sê welatên Ewropayê jî, dîplomatkarên Rûsyayê ji welatê xwe derxistin.