Erebên hawirde dagirkirina erdên Kurdan didomînin

Piştî 16ê Cotmehê ve, nêzîkî 5 hezar donim erd hatine dagirkirin.

Cotkarê Kurd Mela Hesen ku zeviyên wî ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin
Cotkarê Kurd Mela Hesen ku zeviyên wî ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin

Hewlêr (K24) – Erebên hawirde li sînorê gundê Heftexar, dagirkirina erd û zeviyên cotkarên Kurd didomînin. Piştî 16ê Cotmehê ve, nêzîkî 5 hezar donim erd hatine dagirkirin. Bi gotina cotkarên Kurd, Ereb bi piştevaniya hêzên serbazî û serperiştiya rasterast a parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, bi şevan zeviyên Kurdan dagir dikin, belgeyên xwedîbûnê di destê Kurdan de hene, lê hukmê hêzê li ser yasayan zal bûye.

Mela Hesen berpirsekî YNKê ye û ji xelkê devera Heftexar e, Erebên hawirde erd û zeviyên bav û bapîrên wî dagir kirine û ew tenê dikare ji dûr ve erdê xwe temaşe bike.

Cîgirê Melbenda Xurmatû yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Hesen dibêje: “Wisa tenê ji dûr ve temaşekirina erdên xwe ji me re maye, niha ez biçim, polîsê federalî dê bibêje 'diçî kû derê?', ew der erd û ava me ye, bîranîna zarokatiya me ye, bav û bapîrên me bi hezar salan hestiyên wan bi wê axê ve têkel bûne, niha ew xwediyê mal û em jî bêmal in.”

Rejîma Beisê 35 sal dest danîbû ser erd û zeviyên wan, piştî 16ê Cotmehê jî car din Erebên hawirde dest danîn, belgeyên xwedîbûnê di destê Kurdan de hene, lê hukmê hêzê li ser yasayê zal bûye.

Lijneyeke parlamentoyê li ser çareserkirina kêşeyên erd û zeviyên cotkarên li parêzgeha Kerkûkê hatiye pêkanîn, raporta xwe ya yekem ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê re pêşkêş kiriye û daxwaza sekinandina reftarên li hember cotkarên Kurd hatiye kirin, lê Wezareta Çandinî û Erebên hawirde dev ji erebkirina deverê bernadin.