Xwepêşandanên Iraqê: Kuştiyek û 150 birîndar

Di xwepêşandanên Parêzgeha Wasit a Iraqê de, xwepêşanderek hat kuştin û 150 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di xwepêşandanên Parêzgeha Wasit a Iraqê de, xwepêşanderek hat kuştin û 150 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Xwepêşanderên parêzgeha Wasit 10 roj mohlet dabûn parêzgar Mihemed Cemîl Meyahî û ew mohlet bi dawî bû û careke din xwepêşandan dest pê kir û çendîn rê û cade hatin girtin û konên grevê hatin vedan.

Şaneya Ragihandina Cengî ya Iraqê aşkere kir, li bajarê Kot ku navenda parêzgeha Wasit e, xwepêşanderek hat kuştin û 150 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Wê şaneyê diyar kir, hêzên ewlehiyê derbarê tundûtûjiyên di du rojên borî de di nava xwepêşandanan de derketine, dest bi lêkolînan kirine û çend kes jî desteser kirine.