Li Herêma Kurdistanê ji duhî ve haletên mirina bi Koronayê nehat tomarkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesî jî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 13 kes li Hewlêrê, 20 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 2 kes jî li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 113 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 106660 kes.
Mirin: 3492 kes.
Başbûn: 101916 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.