Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hemû welatî li hember yasayan wekhev in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 10ê Sibata 2021ê serdana Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan a li bajarê Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 10ê Sibata 2021ê serdana Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan a li bajarê Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana beşên Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan kir, bi taybetî beşa xeta germ a hejmara 119 ku yek ji beşên girîng û çalakiyên navenda şêwirmendiya malbatê ye û armanca wê alîkirina qurbaniyên tundiyê ye û 24 demjimêr xizmetê dike û bersiv dide pêwendiyên telefonî û rênimayên yasayî û derûnî pêşkêş dike.

Mesrûr Barzanî destxweşî li karmendên dezgehê kir ku erkekî pîroz encam didin û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cûre tundiyan e û ji bo jinavbirina tundiyê her dem dixebite.

Serokwezîr destnîşan kir ku hemû welatî li hember yasayan wekhev in û divê jin azad bijîn û biryara jiyana xwe bidin û mafên wan parastî bin.