Pîranî: Li Tirkiyê tenê ji bo derbaskirina pêvajoyekê behsa destûrê dikin

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî li ser nîqaşên guhertina destûra Tirkiyê ragihand: “Ji min re wisa xuya dike ku ev ne ji dil e û ji bo derbaskirina pêvajoyekê, behsa destûrê dikin.”

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî

Hewlêr (K24) - Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî li ser nîqaşên guhertina destûra Tirkiyê ragihand: “Ji min re wisa xuya dike ku ev ne ji dil e û ji bo derbaskirina pêvajoyekê, behsa destûrê dikin.”

Metîn Pîranî li Hewlêrê bû mêvanê studyoya Kurdistan24ê û li ser nîqaşên guhertina destûra Tirkiyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Pîranî diyar kir: “Li Tirkiyê partiya MHPê şirîkê hikûmetê ye, ji şirîkatiyê heta niha gelek tehde li ser milet, ne tenê li ser miletê Kurd, li ser hemû opozîsyonê heye, lê niha roj bi roj ji ber têkçûna aborî, têkçûna piştgiriya xelkê ya ji bo hikûmetê, ew jî dixwazin ji vî halî derkevin û ji ber vê yekê behsa guhertina qanûnê dikin. Ew mecbûr mane.”

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî destnîşan kir: “Divê partiyên Kurd hewl bidin. Tirkiye ketiye tengasiyê, madem ketiye tengasiyê, em jî hewl bidin, da ku li gor berjewendiyên miletê Kurd, destûreke bingehîn ava bikin.”

Li ser awayê guhertina destûra Tirkiyê diyar kir: “Divê ev guhertin ji dil be, ne taktîk an xapandin, divê ji dil be. Ji min re wisa xuya dike ku ev ne ji dil e û ji bo derbaskirina pêvajoyekê, behsa destûrê dikin. Her çi dibe bila bibe, miletê Kurd, berpirsên miletê Kurd, partiyên Kurdan, divê hazir û amade bibin û zorê bidin.”