Li Herêma Kurdistanê 59 kesên bi Koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê du roj in ti haletên canjidestdana bi Koronayê nehatine tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 59 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesî jî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 59 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 22 kes li Hewlêrê, 21 kes li Silêmaniyê, 16 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 125 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 106719 kes.
Mirin: 3492 kes.
Başbûn: 102041 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.