Komeleya Ehmedê Xanî ji bo Kurdî spasiya Partiya DEVA kir

Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê serdana Partiya DEVA ya Şaxa Rihayê kir û ji bo tabelaya Kurdî spasiyên xwe gihandin wan.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî serdana Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Rihayê kir
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî serdana Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Rihayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê serdana Partiya DEVA ya Şaxa Rihayê kir û ji bo tabelaya Kurdî spasiyên xwe gihandin wan.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Azîz Baydilli û endamên rêveberiyê, serdana Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Rihayê Ahmet Tuysuz kirin.

Rêveberiya Komeleya Ehmedê Xanî bi mebesta ku Şaxa Partiya DEVA ya Rihayê di tabelaya xwe de cî daye Kurdî serdana wan kir û ji bo vê helwesta wan spasiya wan kirin.

Di hevdîtina her du aliyan de, bi giştî mijarên li ser Kurdî û astengiyên li ber Kurdî hatin axaftin.

Azîz Baydilli, spasiya Ahmet Tuysuz kir û ragihand ku ji kê tê bila bê ew piştgiriya gavên erênî yên derbarê Kurdî de dikin.

Partiya DEVA di sala 2020an de bi zimanê Kurdî hesabê fermî yê Twitterê jî vekiribû.