Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19ê ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19ê ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê û 1 kes jî Şehbayê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî ji vê nexweşiyê rizgar bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8560 kesan, ji wan 1225 kes baş bûne û 298 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.