HDPê ji bo yasaya înfazê serî li Dadgeha Destûrê da
HDP ji bo yasaya înfazê were betalkirin ku tê de cudatî hebû û li xwe girtiyên siyasî nedigirt, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê da.
Enqere (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo yasaya înfazê were betalkirin ku tê de cudatî hebû û li xwe girtiyên siyasî nedigirt, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê da.
Bi pêşengiya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê, Hevserok û parlamenterên HDPê û bi dehan parêzer bi hev re serî li Dadgehê dan û li wir ketin nobeda edaletê.
Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mîthat Sancar li ber deriyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxuyanî dan û bal kişandin ser biryarên cudahiyê yên dadgehê û bang kirin ku divê girtiyên siyasî ku ji ber sedemên siyasî girtî ne, bêne azadkirin.
Buldan û Sancar dan zanîn, ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), qeyûm, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag de, li gorî desthilatê biryaran dide.
Herwiha Hevserokên HDPê destnîşan kirin ku gelê Kurd bi bêedaletiyên mezin re rûbirû ye û eger Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê pakêta înfazê de li gorî hiqûqê biryarê nede dê tu qîmeta prensîba wekheviyê nemîne.
Herwiha koma HDPê wek sembolîk li ber deriyê Dadgehê ketin nobeda edaletê û êlekên ku bi Kurdî û Tirkî "beriya her tiştî edalet" nivîsandiye, lixwe kirin.