Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 300 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi vîrûsa Korona (Covid-9) canê xwe ji dest dan û 6 haletên pêketinê jî hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 2 kesên din bi vîrûsa Korona (Covid-9) canê xwe ji dest dan.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 4 haletên pêketina bi Koronayê li Qamişlo, haletek li Amûde û haletek li Reqayê hatine tomarkirin.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 2 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8566 kesan, ji wan 1227 kes baş bûne û 300 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.