Li Herêma Kurdistanê 53 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 53 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Duhokê û 4 kes jî li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; kesekî jiyana xwe ji dest da, ku ew jî li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 94 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 42 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê, 15 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 106870

Mirin: 3496

Başbûn: 102234

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.