Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin.. Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê di encama şerê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Bajarê Efrînê -Arşîv
Bajarê Efrînê -Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê di encama şerê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro li nava bajarê Efrînê şer di navbera çekdarên grûpa Ceyş El-Îslam û Cebhe El-Şamiyê de derketin û tê de çekên sivik û giran bikar hatin.

Diyar kir jî, di encama şer de 2 çekdar ji grûpa Ceyş El-Îslam hatine kuştin û 12 çekdar jî birîndar bûne.

Wî jêderî destnîşan kir: Ji encama şerê çekdaran de, welatiyên sivîl ketine malên xwe û rewşeke tirs û hove çêbûye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek cara li ser dizî, talanê, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derdikeve û gelak caran welatiyên sivîl jî bûne qurbanî.