Li Efrînê teqîn.. Birîndar hene

Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê teqînekê rû da û hejmarek kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê teqînekê rû da û hejmarek kes birîndar bûne.

Jêderekî ji nava Cindirêsê ji K24ê re ragihand, li nava bajarokê Cindirêsê li nêzîkî firneya Made bombeyek teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.