Netewên Yekgirtî tekezî li bicihkirina pişkê Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Plasschaert tekez li wê yekê dike ku Serok Nêçîrvan Barzanî dikarê û çavê wan lêye amadeyî û roleke ber bi çavtir li serkeftina guftûgoya HewlêrBexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bicihkirin beşa Herêma Kurdistanê di yasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021 de, her wiha li tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan de hebe.

Di civînê de kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan û hewlên ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya 2021 ê Iraqê da hate guftûgokirin û her du alî tekez li ser çareserkirina wan ya li ser bingeha destûra Iraqê kir. Her wiha rewşa siyasî û emnî û aboriya welat, pejika Covîd-19, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsiya serhildana terorê û kirdarên DAIŞ û rewşa navçeyên wan bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan.