Serok Barzanî: Eger destûr hatiba cibicîkirin pirsgirêkên niha yên Hewlêr û Bexdayê nedibûn
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber bi cîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Di vê hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê tekez li wê yekê kir ku Neteweyên Yekgirtî hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê dide ku li diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danûstandinan û bi desthatina çareseriya guncav ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo diyaloga berdewam a di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya li çarçêweya destûrê de ragihand û eve jî dûpat kir ku eger li salên derbasbûyî de destûr wekî xwe bihata bicîhkirin gelek ji wan kêşe û giriftan nedibûn ku niha di navbera her du aliyan de hene.