Li Bakurê Kurdistanê 27 kes bi tometa “PKK” hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir, Êlih û Aydinê 27 kes bi tometa bangeşe û endamtiya PKKê hatin binçavkirin.
Li Êlihê, Hevşaredara navçeya Bekirxanê Gulistan Sonuk jî di nav de, 7 rêveberên HDPê hatin binçavkirin.
Li Diyarbekirê jî, 7 kes ji ber parvekirinên li ser torên civakî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin bi bangeşeya PKKê tên tometbarkirin.
Li bajarê Tirkiyeyê Aydinê, hemberî rêxistina Tevgera Jinên Azad operasyon hat kirin. Di operasyonan de 13 jin hatin binçavkirin ku piraniya wan rêveberên berê û niha yên HDPê ne.