Polîtburoya YNKê: Diktor Roj Nûrî Şaweys têkoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû
Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke sersaxiyê arasteyî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawiyê ya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Diktor Roj Nûrî Şaweys, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke sersaxiyê arasteyî Polîtburoya PDKê kir.
Endamê Polîtburoya PDKê Diktor Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyekê îro danê sibê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di temenê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Di peyama sersaxiyê ya Polîtburoya YNKê de hat:
“Bi xemgîniyek mezin me nûçeya koça dawiyê yê Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Diktor Roj Nûrî Şaweys bihîst.
Diktor Roj Nûrî Şaweys têkoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû ku beşeke mezin ji jiyana xwe di xebat, têkoşerî û xizmetkirina di qada siyasî û raperandina erkên hikûmî de derbas kir. Bi jidestdana wî, em xemgîn in.
Pirse û sersaxiyê li we û teaviya endamên malbata Nûrî Şaweys dikin. Xwe bi hevbeşê xemê wan dizanin. Ji xwedê daxwazkar in, dawiya nexweşiyan be.”