Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê: Diktor Roj têkoşerekî lêhatî û siyasetmedarekî bi ezmûn bû

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi boneya koça dawiyê ya Diktor Roj Nûrî Şaweys peyameke hevxemiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi boneya koça dawiyê ya Diktor Roj Nûrî Şaweys peyameke hevxemiyê belav kir û tê de hat, “Diktor Roj têkoşerekî lêhatî û siyasetmedarekî bi ezmûn bû û gelek xizmeta gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kiriye.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyama xwe sersaxê arasteyî Serok Mesûd Barzanî, endamên Polîtburo û Serkirdatiya PDKê û malbata Diktor Roj Nûrî Şaweys kir.

Di peyamê de hat: “Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawiyê ya Pêşmergeyê dêrîn, endamê Polîtburoya PDKê û serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê bihîst. Diktor Roj têkoşerekî lêhatî û siyasetmedarekî bi ezmûn bû. Wî gelekî xizmeta gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kiriye, roleke wî ya bilind di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de hebû û cihê wî bi hêsanî nayê dagirtin. Di karê siyasî û îdarî de jî bi riya wan postên ku li Herêm û Hikûmeta Iraqê de wergirtine de, xizmeteke berçav kiriye.”

Fly Erbil Advertisment