Li Tirkiye û Bakur 718 kes hatin desteserkirin
Di nav wan de serokên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê operasyonên "PKK/KCK" de daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, "li 40 bajaran 718 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de serokên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene".
Hat ragihandin ku "operasyon û desteserkirin berdewam in".
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye: “Di lêgerînên mal û cihên kar ên kesên desteserkirî de, dest bi ser gelek çek û belgeyên rêxistinê û alavên dîjîtal de hatine girtin.”