Nêçîrvan Barzanî: Jidestdana Dr. Roj Nûrî Şaweys, ziyaneke gelek mezin e ji bo Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Birêzan malbat û hevsenger û hevalên Dr. Roj Nûrî Şaweys

Nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê Fermande û siyasetmedarê navdar ê Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şaweys, em gelek xemgîn û dilteng kirin. Bi vê helkeftê sersaxiyê li we yên birêz û hemû gelê Kurdistanê dikim, ez hevxemê we yê her hemûyan im.

Dr. Roj wekî Pêşmerge, fermandeyê çendîn destan û serkeftinên mezinên Pêşmerge kiriye. Pêşmergeyekî wêrek jêhatî bû, hemû hevsengerekî, şahidiyê ji bo azayetî û pêşrewiya wê didin. Wekî siyasetmedar kesekî bîhnfireh û danustandkarekî gelek serkeftî bû, herdem bibê desthilgirtina li mafên gelê Kurdistanê, rêyekî sazan û rêkeftinê peyda dikir. Ji ber jêzanî û serkeftina li kar da, cihê rêzekî taybetî cemawer û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê û hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê bû.

Wekî Serokê Hikûmet û Serokê Parlemenê li Kurdistanê, rolekî ber bi çav li bi cîhkirina projeyan û derxistina yasayên gelek baş ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hebûye. Li ser asta Iraqê wekî Cîgirê Serok Wezîr rolekî ber bi çav li parastina mafên gelê Kurdistanê da hebû. Li hemû qonax û pêgehên xwe de birastî û bi kirdarî, niştimanperweriya xwe ya rastîn nîşan dida.

Dema Dr. Roj bûye Serokê Kabîneya Sêyema Hikûmeta Herêma Kurdistanê, min şanaziya ewe hebû wekî Cîgirê birêz li Hikûmet de kar bikim û ji ezmûn û şarezayiya wî fêr bibim, her wekî çawa ew bi xwe û nifşên zêrînê serkirdayetiya Partî, piştî koça dawiya bavê min, ez gelek fêr kirim û gelek jî piştevanê min bûn. Dr. Roj wekî yek ji wan nifşên zêrînê PDK ku cihê rêzekî gelek taybetin, li rojên gelek dijwar û teng da her zû ala xebatê bilind kirin û bi dilgermiyekî zêdetir dane dirêjehiya tevgera rizgarîxwaziya niştimaniya Kurdistanê.

Dr. Roj Nûrî Şaweys ku ji dayik û bavê xwe ve ji malbateke navdar û rewşenbîr û şoreşgerê Silêmanî bû. Kesekî xwedî gelek bi şiyan bû, hemû şiyan û ciwaniya xwe bi gelê xwe bexşî. Ji destdana wî, ziyaneke gelek mezin e ji bo hemû gelê Kurdistanê, ji bo wê yekê jî pirse û sersaxiya wî sersaxiya hemû gelê Kurdistanê ye. Dr Roj bi têkoşîna dijwar û dilsozane ji bo neteweya xwe û hemû gelê Kurdistanê, navê xwe ji bo herdemî li dîroka Kurdistanê da nexşand.

Xwedayê mezin giyanê wî şad bike û hedarê bi malbat û kesukar û hevalên wî û hemû gelê Kurdistanê bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

15.02.2021