Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozên Almanya û Fransayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 15ê Sibata 2021ê, pêşwaziya Balyozên Almanya û Fransa yên li Iraqê kir.

Dîmenek ji civînê
Dîmenek ji civînê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 15ê Sibata 2021ê, pêşwaziya Balyozên Almanya û Fransa yên li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanya û Fransayê hat gotûbêjkirin.

Balyozên Almanya û Fransayê yên li Iraqê amadebûna welatên xwe nîşan dan ji bo bihêzkirina alîkarî û hemahengiya ligel Herêma Kurdistanê û amaje bi wê yekê kirin ku derfeteke baş heye ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina herdu welatan ji bo alîkarîkirina li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di têkoşîna dijî terorê de, ronahî xiste ser gotûbêjên navbera Herêmê û hikûmeta federalî û tekez kir ku çareserkirina kêşeyên navbera her du aliyan û gihiştina rêkeftinê li ser bingeha destûrê, di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ye.

Girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera aramî û seqamgîriyê bo deverê, mijareke din a gotûbêjan bû.