Li Rojavayê Kurdistanê amarên herî dawî yên Covid-19ê
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; kesekî din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ket û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; kesekî din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ket û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; kesek bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketiye, ku ew jî li Girkê Legê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8572 kesan, ji wan 1233 kes baş bûne û 304 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.