Wezareta Navxwe derbarê êrîşên mûşekî de daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên mûşekî yên îşev, daxuyaniyek belav kir û ji welatiyan daxwaz kir ku ji wan deverên ku mûşek ketine, dûr bikevin û li malên xwe bimînin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên mûşekî yên îşev, daxuyaniyek belav kir û ji welatiyan daxwaz kir ku ji wan deverên Hewlêrê ku mûşek ketine, dûr bikevin û li malên xwe bimînin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin: “Îşev 15ê Sibata 2021ê di demjimêr 21:30 de çend mûşek arasteyî bajarê Hewlêrê û derdora wê hatin kirin û li çend cihan ketin xwarê. Di encamê de li gor zanyariyên destpêkê, çend kes birîndar bûn.”

Herwiha hat diyarkirin: “Lipeyçûn û lêkolînên hûr ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve dest pê kirine.”

Wezareta Navxwe ragihand: “Em ji welatiyên xoşewîst ên bajarê Hewlêrê daxwaz dikin ku ji wan cihan dûr bikevin û li malên xwe bimînin heta ku em zanyariyên zêdetir belav bikin.”

Pênc mûşek arasteyî bajarê Hewlêrê hatin kirin û li nêzîkî cihên niştecîbûnê yên welatiyan ketin xwarê.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand ku 5 mûşek li çend taxên navenda Hewlêrê ketin xwarê.

Li gor zanyariyan du mûşek ber bi Konsulxaneya Amerîkî hatine avêtin, lê ew mûşek hatine têkbirin.

Rûpela Dije-Terora Kurdistanê ragihand ku du mûşek li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê û mûşekek jî di ser balafigehê re derbas bû.

Mûşekên din li taxên Naz City, Bextiyarî û Qada Ajalan ketine xwarê.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşan de du kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.