Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka ve pê gihîştê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro danê sibê pêwendiyeke telefonî ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro danê sibê pêwendiyeke telefonî ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştê.
Di pêwendiyê de guftûgo derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser Hewlêrê hatin kirin û her du aliyan hevxemiya li ser qurbaniyên êrîşê nîşan dan.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ew êrîş bi êrîşeke tirsonek bi nav kir û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka kir, piştgîriyê li lêkolînên hevbeş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bike, ji bo êrîşkar bên diyarkirin û dadgehkirin. Di vê derbarê de her du alî hevnerîn bûn ku pêwendî berdewam bin.
Herwiha her du aliyan di wê pêwendiya telefonî de jî, dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.
له پهیوهندییهكی تهلهفۆنیدا لهگهڵ وهزیری دهرهوهی ئهمریكا ئهنتۆنی بلینكن ، باسی هێرشه ترسنۆكهكهی سهر ههولێرمان كرد و جهختمان له ههماههنگیکردنی بهردهوام کردەوە، بۆ دۆزینهوهی تاوانباران.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) February 15, 2021