Tirkiye êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, divê aramî û ewlehî ji bo navçeyê vegere û rêgirî li grûpên teroristî bê kirin.

Hejmarek welatî piştî êrîşê li pêş nexweşxaneya Hawarhatinê ya Hewlêrê
Hejmarek welatî piştî êrîşê li pêş nexweşxaneya Hawarhatinê ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ligel xelkê Hewlêrê û Hevpeymanan ragihand.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi tundî wê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar dikin ku cihê niştecihbûna welatiyên sivîl armanc kiribû.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand jî, “Sersaxiya xwe ji xelkê Hewlêr û endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re radigihînin.”

Destnîşan kir jî, “Divê aramî û ewlehî ji bo navçeyê vegere, rêgirî li grûpên teroristî bê kirin, rêz li serweriya welatan û sazî û dezgehên niştimanî bê girtin.”