Almanya êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike
Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêr de, daxuyaniyek belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de, daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de, êrîşa li ser Hewlêrê û binkeya Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî şermezar kir.
Almanya hevxemiya ligel malbatên qurbaniyên êrîşê de nîşan dide û hêviya çakbûna zû ji birîndaran re dixwaze.
Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje: “Di têkoşîna li dijî terorê û li ser rêya aramiya mayînde de em ê bi Iraq û gelên Iraqê re bimînin.”