Qubad Talebanî: Ji ti aliyekî neyê qebûlkirin aramiya Herêmê bixe metirsiyê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de belav kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, “Mixabin şeva borî êrîş li ser Hewlêra Paytext hatiye kirin û hejmarek qurbanî jê çê bûne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê xeta sor e û ji ti kes û ti alî ve nayê qebûlkirin, wê bixe metirsiyê.
Qubad Talebanî dibêje: “Ev êrîş, zengileke hişyarîyê ye, da ku em hemû yekrêz û yekdeng bin di rûbirûbûna metirsîyan de. Herwiha ev bûyer û pêşhatên han jî nîşan didin ku divê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hevkariyê bikin, da ku valahiya ewlehiyê li navçeyên cihên nakokiyên ne dagirin.
Her wiha bang li civaka navdewletî û welatên hevalbend dike ku van metirsiyan bi cidî werbigirin û alîkariyê bikin da ku terorê ji holê rakin û komên deryasayî ceza bikin