Mezlûm Ebdî: Armanc ji êrîşê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Duhî bajarê Hewlêrê û firokxaneya wê bi mûşekan hat armanckirin. Em vî karî bi tundî şermezar dikin ku armanc jê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye.”
Mezlûm Ebdî ragihand, “Rihmetê ji bo şehîdan û hêviya başbûna bi zû ji birîndarên sivîl û birîndarên hevpeymanên me di Hevpeymaniya Navdewletî de dixwazin.”
دوێنی شاری هەولێر و فرۆکەخانەکەی کران بە ئامانجی هێرشێکی مووشەکی.بە توندی ئەو جۆرە کارانە سهركۆنه دەکەین کە ئامانجیان تێکدانی سەقامگیری هەرێمی کوردستانە.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) February 16, 2021
رەحمەت بۆ شەهیدەکان وهیوای زوو چاکبوونەوەش بۆ بریندارانی مەدەنی و بریندارانی هاوبەشەکانمان لە هاوپەیمانی نێودەوڵەتی دەخوازین