Mesrûr Barzanî: Bi vîneke xurtir rûbirûyî neyar û teroristan dibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em ê bi vîneke xurtir rûbirûyî wan bibin û ji riya ber bi serkeftinê ranawestin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, “Her çend e neyar û terorist, hewla azardana gelê me bidin û bi kiryarên xwe yên tirsnak ve mijûlî têkdana aramîya Herêma Kurdistanê bin û bixwazin astengan li ber rêya me ya serkeftin û pêşkevtinê dirust bikin, em ê bi vîneke xurtir rûbirûyî wan bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Facebook” nivîsî: “Her çend e neyar û terorist, hewla azardana gelê me bidin û bi kiryarên xwe yên tirsnak ve mijûlî têkdana aramîya Herêma Kurdistanê bin û bixwazin astengan li ber rêya me ya serkeftin û pêşkevtinê dirust bikin, em ê bi vîneke xurtir rûbirûyî wan bibin û ji riya ber bi serkeftinê ranawestin.”
Şeva borî hejmarek mûşek li nava bajarê Hewlêr ketin û binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ketin û wê derbarê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşê de li nava firokxaneyê kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn û li nava Hewlêrê jî 3 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe diyar kir jî, piştî bûyerê, dezgehên Dijterorê, Asayiş û Polîs bi hevkariya hêzên Hevpeymanan dimildest dest bi lêkolînan kirin û cihê otomobîla ku mûşek jê hatin avêtin hat dîtin ku otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser riya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bû.
Herwiha diyar kir, lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hemû kesên destê wan di vê êrîşê de hene û êrîşkerên vê tawanê aşkere û riswa dikin û tên cezakirin.