Geştên Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî asayî bûne
Ji demjimêr 12:00 nîvê şevê ve, geştên Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî asayî bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji demjimêr 12:00 nîvê şevê ve, geştên Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî asayî bûne.
Şeva borî demjimêr 09:30 çend mûşek li Firokegeha Navdewletî ya Hewlêrê û çend taxên bajêrê Hewlêrê ketin, li nava firokxaneyê bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din. Li nava Hewlêrê jî 3 kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşê jî, bi awayekî demkî hejmarek ji geştên Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî hatin rawestandin, piştî demjimêr 12:00 nîvê şevê jî, careke din geşt asayî bûn.