Îran: Ti pêwendiya me bi êrîşa Hewlêrê re nîne

Wezareta Derve ya Îranê radigihîne, ti wê pêwendiya wê bi êrîşa li ser Hewlêrê nîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê radigihîne, ti wê pêwendiya wê bi êrîşa li ser Hewlêrê nîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, ewlehiya Iraqê ji welatên cîran û navçeyê bi giştî re girîng e.

Xetîbzade got: “Hemû gotegotên ku dixwazin bûyerên Hewlêrê bi Îranê ve girê bidin, red dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê jî dike, lêkolînê di wê bûyerê de bike û êrîşkaran jî ceza bike.

Şeva borî demjimêr 09:30 çend mûşek li Firokegeha Navdewletî ya Hewlêrê û çend taxên bajêrê Hewlêrê ketin. Grûpeke çekdar a bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” jî berpirsatiya xwe di ber wê êrîşa mûşekî de ragihand.