Nûnertiya Kanadayê êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir

Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada ya li Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir.

Hewlêr (K24) - Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada ya li Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir.

Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada li Hewlêrê Ashley Durec, ji bilî şermezarkirina êrîşa mûşekî, piştevaniya welatê xwe ji bo xelkê Kurdistanê tekez dike.

Herwiha piştevaniya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bo lêkolînê, di vê êrîşê de nîşan da.

Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada ya li Hserêma Kurdistanê di twîtekê de nivîsandiye, bi tûndî êrîşa ser Hewlêrê şermezar dike, ku bûye sedema kuştina kesekî û birîndarbûna hejmarek kesan.