Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 3 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 3 kes jî li Minbicê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8579 kesan, ji wan 1236 kes baş bûne û 306 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.