Li Herêma Kurdistanê 138 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 138 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 138 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 138 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 50 kes li Hewlêrê, 46 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê, 7 kes jî li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku ji wan 1 kes li Silêmanî û 1 kes jî li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 105 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 43 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 6 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 107186
Mirin: 3501
Başbûn: 102545
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.