Koşka Spî: Mafê me heye ku em bersiva êrîşa ser Hewlêrê bidin
Koşka Spî ragihand; rayedarên Amerîkayê li ser diyarkirina encamderên êrîşa ser Hewlêrê ya şeva din, dixebitin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand; rayedarên Amerîkayê li ser diyarkirina encamderên êrîşa ser Hewlêrê ya şeva din, dixebitin.
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki îro sêşemê ragihand: “Mafê bersivdanê yê Serokê Amerîkayê (derbarê êrîşa ser Hewlêrê de) heye, lê em li benda diyarkirina encamderên êrîşê ne.”
Jen Psaki diyar kir ku ew ji bo diyarkirina encamderên êrîşa ser Hewlêrê, ligel hevbeşên Iraqî di pêwendiyê de ne.
Psaki herwiha got: “Wezîrê Derve yê Amerîkayê ligel hevtayê xwe yê Iraqê di pêwendiyê de ye, ji bo lêkolşîn û sizadana encamderên êrîşkarê ser Hewlêrê.”