Swêdê êrîşên ser Hewlêrê şermezar kir

Swêd bi tundî êrîşa mûşekî ya şeva din a ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, şermezar dike.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde

Hewlêr (K24) – Swêd bi tundî êrîşa mûşekî ya şeva din a ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, şermezar dike.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar dikim.”

Ann Linde diyar kir: “Ez sersaxî didim xizmên qurbaniyan û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dikim.”

Linde herwiha destnîşan kir: “Swêd pabend e bi piştevaniya Iraqê ji bo pêkanîna seqamgîrî û şerê dijî terorê.”