Piştî êrîşa ser Hewlêrê, Amerîka daxwazekê ji Serokwezîrê Iraqê dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz dike ku ji bo rûbirûbûna komên tundrew, karên pêkveyî yên ligel Herêma Kurdistanê pêşve bibin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz dike ku ji bo rûbirûbûna komên tundrew, karên pêkveyî yên ligel Herêma Kurdistanê pêşve bibin.

Antony Blinken pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re encam da û derbarê êrîşa ser Hewlêrê de axivîn.

Blinken careke din nîgeranî û hêrsbûna welatê xwe li hember êrîşa ser Hewlêrê aniye ziman.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Mistefa Kazimî daxwaz kiriye ku ji bo rûbirûbûna komên tundrew, karên pêkveyî yên ligel Herêma Kurdistanê pêşve bibin.

Şeva 15ê Sibata 2021ê çend mûşek arasteyî Hewlêrê hatin kirin û di encama êrîşê de mutahîtek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.