Mesrûr Barzanî bi riya telefonê sersaxî li malbata Dr. Aram Baleteyî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya telefonê sersaxî li malbata Dr. Aram Baleteyî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Zana Ezîz ji malbata Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Berdevkê Fraksyona PDKê Dr. Aram Baleteyî de, sersaxî li malbata xwedêkêrazî Dr. Aram kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwast xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat, kesûkar û hevalên wî.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro li nexweşxaneyeke Duhokê canê xwe ji dest da.
Aram Nacî Mihemed Salih ku bi navê Aram Baleteyî tê nasîn, di sala 1979an de li parêzgeha Duhokê jidayîk bûye. Xelkê gundê Balete ye û bavê keç û kurekî ye.