Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata Aram Baleteyî kir

Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de sersaxîli malbata Aram Baleteyî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefoniyê de li gel birêz Zana Ezîz ji malbata xwedê jêrazî Aram Baleteyî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bilî pirse û sersaxiyê, hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Serokê Herêma Kurdistanê xema ji destdana xwedê jêrazî Aram Baleteyî bi xema xwe zanî û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wî bi himbêz û dilovaniya xwe û şad bike û hedar û aramiyê bi xêzan û kesukar û hevrê û hevkarên wî û hemûyan bibexşe.

Ji aliyê xwe ve birêz Zana Ezîz spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî û hemû ew piştgîrî û çavdêriya dema nexweşketinê da pêşkêş kiribûn, dupat kir.

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro li nexweşxaneyeke Duhokê canê xwe ji dest da.