Mesrûr Barzanî li ser şewata kampa koçberan li Zaxo daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo canjidestdana bav, kur û keçekê li kampeke koçberên Êzidiyan li Zaxo nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo canjidestdana bav, kur û keçekê li kampeke koçberên Êzidiyan li Zaxo nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Gelek xemgîn bûn bi nûçeya vêketina agir bi li kampeke xwişk û birayên Êzidî li Zaxoyê ku mixabin bû sedema canjidestsana bav, kur û keçeke Êzidî û birîndarbûna hejmarekî din. Pirse sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikin û hevbeşê xemê wan im.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed axivîm û ew raspard ji bo lêkolîn û nirxandinê di rewşa kampê de bike.”

Di beşeke din a tiwtê de nivîsî: “Berdewam dibin di parastin û hevkarîkirina penaber û koçberên kampan de, ta dema bi xwebexşane û bi serbilindî vedigerin cihên xwe. Ev jî pêwîstiya wê bi hevkariya navdewletî ya zêdetir heye.”

Li kampa koçberên Şingalê, îro di encama derketina şewatekê de, 3 kesan canê xwe ji dest dabûn, ew bav, kur û keçekê bûn.