Yekîtiya Zanyarên Misilman a Cîhanê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Yekîtiya Zanyarên Misilman a Cîhanê êrîşa mûşekî a li ser Hewlêrê şermezar kir û ew êrîş bi teroristî bi nav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Zanyarên Misilman a Cîhanê êrîşa mûşekî a li ser Hewlêrê şermezar kir û ew êrîş bi teroristî bi nav kir.

Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanyarên Misilman a Cîhanê Diktor Elî Qeredaxî di daxuyaniyekê de ragihand, ew êrîşa li ser Firokxaneya Hewlêrê ya di encamê de kesek hat kuştin û hejmarek kesên sivîl birîndar bûne, êrîşeke teroristî ye û li rûyê şerîetê de heram e û yek ji tawanên mezin in û li dunya û axterê cezaya wê heye.

Qeredaxî ev êrîş bi tawan û teroristî bi nav kir û tekez kir, armanckirina sazî û dezgehên giştî yên dikevin berjewendiyên giştî.

Pêr demjimêr 09:30 êvarê çend mûşek li bajarê Hewlêrê û Firokegeha Navdewletî ya Hewlêrê ketin. Grûpeke çekdar a bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” jî berpirsatiya xwe di ber wê êrîşa mûşekî de ragihand.