“Civîna Astanayê” tekeziyê li yekperçeyîya xaka Sûriyê dike

Rûsya, Îran û Tirkiye bi daxuyaniyeke hevbeş pabendbûna xwe serweriya siyasî, yekparçeyiya axa Sûriyê û Mercên Netewên Yekgirtî ragihandin.

Civîna Sochiyê - Wêne: Kurdistan24 - Xweşewî Mihemed
Civîna Sochiyê - Wêne: Kurdistan24 - Xweşewî Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Sochî ya bi formata Astanayê bi dawî bû. Rûsya, Îran û Tirkiye bi daxuyaniyeke hevbeş pabendbûna xwe serweriya siyasî, yekparçeyiya axa Sûriyê û Mercên Netewên Yekgirtî ragihandin.

Civîna gera 15emîn a danûstandinên Astanayê ya taybet bi krîza Sûriyê ye, bi beşdariya Nûnerên Îran û Rûsya û Tirkiye li Sochiya Rûsyayê civiyan. Civîna duh destpê kiribû îro bi dawî hat û aliyan daxuyeniyek hevbeş ku ji 17 xalan pêk tê belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş ya Tirkiye, Îran û Rûsyayê de tê gotin, alî pabendî serwerî û serxwebûn û yekparçeyiya axa Sûriyê ne û pîvan û armancên Neteweyên Yekgirtî qebûl dikin.

Di xaleke daxuyaniyê de hat, aliyan rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyê gengeşe kirin û tekez kirin ku nabe di bin nave şerê li dijî terorê de projeyên cudaxwaz li rojhilatê Firatê biçin serî, ji ber yekperçeyîya Sûriyê têk dide û li ser welatên cîran dibe gef.

Di daxuyaniyê de behsa girîngiya Komîteya Destûrê ya Cinêvê jî tê kirin ku piştî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyê hatiye damezrandin.

16emîn civîna bi formata Astanayê, naverasta îsal li bajarê Nûr-Sultan (Astnayê) dê were encamdan.