Serok Barzanî pîrozbahiyê li yekîtiya xwendekar û lawanên Kurdistanê dike
Berî 68 salan Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê hatin damezirandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 68emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li her yekîtiyan kir.
Serok Barzanî di vê rojê de daxwaz ji xwendekar û lawan dike; “Di serdema niha de ew çaverêyî li xwendekar û lawên azîz heye ku li gel pêgirîbûna xwe ya bi bihayên bilind ên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, li rêya zanist û dahênanê kar ji bo pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûyî bikin.”
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi helkefta şêst û heştemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiya wan dixwazim.
Xwendekar û lawên Kurdistanê her di dema damezrandina rêxistina wê ya li qonaxa şoreşa Eylûlê heta şoreşa Gulanê û Raperîn û qonaxa piştî Raperînê, beşeke diyar û bi bandorê xebata gelê me bûne û her du rêxistin xwendingeha pêgihandina gedeyên hişyar û wêrek û serkirdeyên bi şiyan bûne û cihê wize û nefes û henaseya nû bûne ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û li rêya wê têkoşanê da şehîd û qurbaniyê dane.
Di serdema niha de ew çaverêyî li xwendekar û lawên azîz heye ku li gel pêgirîbûna xwe ya bi bihayên bilindên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, li rêya zanist û dahênanê kar ji bo pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûyî bikin. Hûn xwendekar û lawên xwendingeheke resen û pir li şanazîne. Her ji bo wê yekê jî divê mînaka xwendekar û lawên wê Kurdistanê bin, ji bo xizmetkirina niştimana xwe.
Dilê min bi hebûna we xweşe û hûn hêviya mîlleteke mezlûm in, pêwîst e zêdetirê ji berê hewl bidin û li asta çaverêyiya civak û doza rewaya gelê xwe da bin.
Dubare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê da.