Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine .

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 9 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê, 1 kes li Tebqayê û 1 kes jî li Minbicê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8588 kesan, ji wan 1239 kes baş bûne û 308 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.