Partiya DEVA daxwaza xizmetê ji bo gund û taxên Diyarbekirê dike
Partiya Pêşketin û Demokrasiyê DEVA li Diyarbekirê di derbarê xizmetguzariyên şaredariyan de civînek çapemeniyê li dar xist.
Diyarbekir (K24) - Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) li Diyarbekirê di derbarê xizmetguzariyên şaredariyan de civînek çapemeniyê li dar xist. Hat amajekirin ku xizmeta gund û taxan di rêya rikeberiyên siyasî de hatine xerçkirin.
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya DEVA ve derbarê pirsgirêkên plansazî û binesaziya bajêr de civînek çapemeniyê hat li dar xistin.
Di civînê de hat amajekirin ku Diyarbekir di statuya bajarê mezin de ye û bajarek gelek qerebalix e ku girîng e bo hemû gund û taxan xizmet were pêşkeşkirin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku di warê wergirtina xizmetan de tax û gundên ku ji navendê dûr in ji xizmetan bêpar dimînin û sedemek din a neçuna xizmetan bo deverên dûr jî ew e ku cudahiya ramanên siyasî ye ku ev yek nayê qebulkirin.
Bal hate kişandin ku gelek deverên herî dawî 5-10 sal berê rêyên wan hatine çêkirin êdî ti xizmetek nedîtine. Bi taybetî di warê av, elektrîk, rê, plansaziya ser erdê û plansaziya bin erdê de welatî gelek mexduriyeta dijîn.