Derbarê wê koma çekdar ku êrîşî Hewlêrê kir, çi tên zanîn?
Komeke çekdar ku navê "Seraya Ewliya Ed Dem" li xwe daniye, roja duşema borî, bi mûşekan êrîşî bajarê Hewlêrê kirin û di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û pênc kes jî birîndar bûn.
Hewlêr (K24) – Komeke çekdar ku navê "Seraya Ewliya Ed Dem" li xwe daniye, roja duşema borî, bi mûşekan êrîşî bajarê Hewlêrê kirin û di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û pênc kes jî birîndar bûn, ku yek ji wan serbazekî Amerîkî bû û sê kes jî welatiyên sivîl bûn.
Koma "Seraya Ewliya Ed Dem" di daxuyaniyekê de gotiye ku çekdarên wan ketine sînorê parêzgeha Hewlêrê û 24 mûşekan arasteyî armancên xwe kirine.
Li ser nasnameya wê komê, malpera Dengê Amerîkayê ragihandiye ku gelek kêm zanyarî derbarê wê komê de hene.
Li gor zanyariyên medyaya Iraqê, ew kom di dawiya meha Tebaxa sala 2020an de derketiye û du êrîşên cuda bi ser hêzên Amerîkayê yên li Serbazgeha Tacî ya bakurê Iraqê de kirine.
Koma çekdarî di meha borî de bi rêya Telegramê berpirsyariya xwe li du êrîşên bi ser artêşa Amerîkayê de li sînorê parêzgehên Zîqar û Besrayê nîşan dabû.
Rayedarên ewlehiyê yên Amerîkayê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku ew koma çekdarî, alîgirên Îranê ne û daxwaz dikin ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin.
Berî niha, li Iraqê di her êrîşeke dijî biyaniyan de, her du grûpên çekdarî "Esayîbê Ehlê Heq" û "Ketîbeyên Hîzbullaha Iraqê" weke tohmetbar dihatin nîşandan.
Piştî êrîşa ser Hewlêrê, Komara Îslamî ya Îranê ragihand; ew dijayetiya her kiryareke ku zirar dide asayîşa Iraqê, dikin.