Qubad Talebanî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dê alîkariya seqamgîriya Iraqê bike
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Bexdayê bi awayekî online beşdarî Dîdara Encûmena Karê Fransî-Iraqî bû.
Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Bexdayê bi awayekî online beşdarî Dîdara Encûmena Karê Fransî-Iraqî bû û ragihand rêkeftina Hewlêr û Bexda piştevan dibe ji bo seqamgîriya Iraqê.
Qubad Talebanî di semînerê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê herêmeke aram e ji bo veberhênerên biyanî û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zemîneyeke guncaw e ji bo kompaniyên biyanî.
Di semînerê de Qubad Talebanî Serokê Encûmena Karê Fransî-Iraqî Arinod Brulak, Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî beşdar bûn.
Qubad Talebanî bawerî da kompanî û veberhênerên Fransî ku Herêma Kurdistanê herêmeke aram û seqamgîr e.
Herwiha Talebanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî rê nade êrîşeke weke çend roj berê ya li Hewlêrê çêbûyî dubare bibe.
