Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa herî dawî ya Covid-19ê
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 83 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 83 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 27 hezar û 821 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 241 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 640 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 616 hezar û 600 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 217 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 504 hezar û 50 kesan.