Şanda Herêma Kurdistanê û Mihemed Helbûsî civiyan

Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Bexdayê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Qubad Talebanî û Mihemed Helbûsî civiyan
Qubad Talebanî û Mihemed Helbûsî civiyan

Hewlêr (K24) – Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Bexdayê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Di civînê de li ser mijara budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê gotûbêj hat kirin û tekezî li ser berdewambûna gotûbêjên ji bo çareserkirina kêşeyên hilawestî li ser bingeha destûrê hat kirin.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku divê dabeşkirina dahatên dewletê bi ser xelkê Iraqê de bi awayekî dadperwerane û bêyî ciyawazî be.

Geşedanên herî dawî yên siyasî, aborî û ewlehî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, beşeke din a civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Iraqê bû.